02 Aralık 2011 07:39

“Eyarê bênamûsa fireh e” *

Di sedsala ku em tê de ne, weke gelek li welatan li vî welatî jî kapîtalizm li gorî politikayên lîberal yên nû dixwaze xwe li ser piyan digire. Ji bo bikaranîna van politikayan divê kapitalizm hin ji nerîtên xwe yên kevn biguherîne. Ji ber ku li gorî kapitalizmê ew nerît mina ber&ec

“Eyarê bênamûsa fireh e” *
Paylaş
Serkan Delidere

Di sedsala ku em tê de ne, weke gelek li welatan li vî welatî jî kapîtalizm li gorî politikayên lîberal yên nû dixwaze xwe li ser piyan digire. Ji bo bikaranîna van politikayan divê kapitalizm hin ji nerîtên xwe yên kevn biguherîne. Ji ber ku li gorî kapitalizmê ew nerît mina berê pere nakin an jî ji ber ku çavên wî têr nabin... Mijarên ku di demên dawî de rojeva vî welatî de cih digirin jî divê bi vê nerînê bihên nirxandin. Bi dîtina min di niqaşên ku li ser komkujiya Dêrsimê de tên kirin de jî û di sedema karberdana kedkarên tenduristiyê ya li Stenbolê de jî ev rêbaz tê bikaranîn. Çawa?

Nîqaşên li ser komkujiya Dêrsimê... Demokrat, sosyalîst û welatparêzan bi deh salan komkujiya Dêrsimê anîn ser zimên lê dewletê guh neda wan. Di vê demê de em lê dinihêrin ku serdest ji me zêdetir xwedî lê derketî xuya dikin. Yên ku heta îro deng ji wan derneketiye îro bûne demokratên hêrî mezin(!). Ji bo çi? Ji bo ku xwe demokrat nîşan bidin. Ji dilê xwe dibêjin; “Xwedê nine ye, te dî belkî bi vê helwesta durû em bala kurd û elewiyan bikişînin.” Berê çima deng ji we dernediket? Li aliyekî CHP, aliyekî jî AKP... Yek jê bi eşkereyi piştgir û parêzerê komkujeran, yek jê jî fêlbaz û virekekî keysoyî. Bi gotineke pêşiyan; “Ha segê reş, ha segê sor”. Yê reş înkar dike, yê sor jî bi peyvan dixwaze gel biewiqîne(lewre ku bixwesta wî yê cihê gora Seyîd Riza bigota, ku bixwesta wî yê navê Dêrsimê bidaya, ku bixwesta wî yê dersên divêtin yê olê rakiriba hwd.). Disa gotineke pêşiyan tê ser zimanê min; “Gur dikujin, qijik dixwin”. Di sala 1938 de hin gurên bêwijdan kuştine, îro jî hin qijikên li dû laş devên xwe vekirine û li bendê ne. Yanî, bi kurtasî, kapîtalizmê di vê mijarê de çawa devê xwe guherandiye we dît ne?

Mijarekî din; karberdana kedkarên tenduristiyê yên ku di nexweşxaneyên zaningeha Stenbolê de dixebitin... 22 yê sermawezê roja sêşemê kedkaran kar berdan. Ji ber ku tenduristî bi nerîtên hikûmeta AKP ê dibe weke tiştekî  kirîn û firotinê. Ji ber ku nexweşxane tên firotinê. Li ber vê yekê li zaningehan ji ber astengên zagonî bijîşkên perwerdekar nikarin bikevin dersan. Yanî zanistiya perwerdehiya bijîjkî hatiye qetil kirin. Em dikarin mînakan li ser xerabûna tenduristiyê dirêj bikin lê li vir em nikarin behsa hemûyan bikin. Lê van nerîtan em ê ji aliyê devguherîna kapîtalîzmê ve çawa binirxînin? Weke me serê ewil got; kapîtalîzm nerîtên ku pere nake dixwaze wergerîne pere. Sedema guherîna polîtîkayên ku di tenduristiyê de tê kirin(ne ku berê baş bû) jî ev e. Bi rastî tiştek nema bê firotin; telekom, tekel, tenduristî... Li ber vana a niha bi zagoneke hatiye amadekirin wê dibistanan jî bifiroşin. Hin jê dibêjin ma ew qasî jî?. Peyvekekî bavê min heye; “Eyarê bênamûsa fireh e.” Dema ez biçûk bûm min bi wateyekî din fêm dikir, lê ku temen gihîşt vê rojê û min siyasetekî ew qasî kirêt dît, min gelek baş fêm kir ku bavê min bi wê peyvê çi dibêje.

Lê piştî ew qasî tişt em kedkar û karker û ciwan û jin û hwd. bi hêsan nikarin bibejin “Rizgariya me tenê bi hev re ye”. Ka lê binihêrin bandora kîjan pirsgrêk li ser me hin kesan heye û hin kesan tune ye?


“Namussuzun Postu Geniştir” *

İçinde bulunduğumuz yüzyılda kapitalizm birçok ülkede olduğu gibi bu ülkede de neoliberal politikalarla ayakta kalma isteğinde. Bu politikaları hayata geçirebilmesi için bazı eski uygulamalarını değiştirmek zorunda. O uygulamalar eskisi gibi para etmediğinden ya da kapitalizmin gözü doymadığından... Son dönemde ülke gündeminde yer tutan konuları da bu bakış açısıyla değerlendirmek gerekir. Benim gördüğüme göre Dersim katliamı üzerinden yürütülen tartışmalarda da İstanbul’daki sağlık emekçilerinin greve gitme nedeninde de bu yöntem kullanılıyor. Nasıl?

Dersim katliamı üzerine tartışmalar... Demokrat, sosyalist ve yurtseverler on yıllarca Dersim katliamını dile getrirdiler ama devlet kulak asmadı. Şu zamanda bakıyoruz ki egemenler bizden daha fazla sahip çıkmış gürünüyor(!). Bugüne kadar ses çıkarmayanlar bugün en büyük demokrat olmuşlar. Ne için? Kendilerini demokrat göstermek için... Gönüllerinden de şöyle geçiriyorlar; “Bakarsın bu ikiyüzlü politikamızla Kürt ve Alevilerin dikkatini çekeriz”. Eskiden niye sesiniz çıkmıyordu? Bir tarafta CHP, diğerinde AKP... Biri alenen katliamcıların taraftarı ve avukatı, diğeri hilekâr ve yalancı bir fırsatçı... Bir atasözümüzle; “Ha kara köpek, ha kırmızı köpek”. Kara olan inkar ediyor, kırmızı olan da laflarla halkı oylamak istiyor(çünkü isteseydi Seyid Rıza’nın mezarının yerini belirtirdi, isteseydi Dersim adının iadesini yapardı, isteseydi zorunlu din derslerini kaldırırdı vb.). Yine bir atasözü geliyor dilimin ucuna; “Kurtlar öldürür, kargalar yer”. 1938’de bazı kurtlar vicdansızca öldürdü, bugün de bazı kargalar leş peşinde gibi ağızlarını açmış bekliyorlar. Yani kısacası kapitalizmin nasıl ağız değiştirdiğini gördünüz değil mi?

Başka bir konu; İstanbul Üniversitesi hastanelerinde çalışan sağlık emekçilerinin grevi... 22 Kasım Salı günü sağlık emekçileri iş bıraktı. AKP hükümetinin uygulamaları nedeniyle sağlığın alınıp satılan bir alana dönüştürülmesi nedeniyle... Hastaneler satılmak istendiği için... Bunun yanında üniversitelerde öğretim elemanı doktorlar yasal engeller nedeniyle(tam gün yasası) derslere giremiyorlar. Yani tıp eğitiminin bilimselliği katledilmiştir. Sağlık alanının yıkımı üzerine örnekleri uzatabiliriz ama burada hepsine yer veremeyiz. Peki bu uygulamaları kapitalizmin ağız değişikliği üzerinden nasıl değerlendirebiliriz? Başta söylediğimiz gibi kapitalizm para etmeyen uygulamaları paraya çevirmek ister. Sağlık alanındaki politika değişikliği(değil ki önceden daha iyiydi) de buraya dayanıyor. Doğrusu satılmadık şey kalmadı; telekom, tekel, sağlık... Bunların yanında hazırlanmış bir yasa ile şimdi okulları da satacaklar. Bazıları diyorlar ki ‘Bu kadar da mı?​’. Babamın bir sözü vardır; “Namussuzun postu geniştir” . Ben küçükken daha farklı bir anlam çıkarıyordum ama ömür bugüne geldikten ve bu kadar kirli bir siyaset gördükten sonra babamın o sözle ne demek istediğini daha iyi anlıyorum.

Hayatımızdan verecek bir şeyimiz kalmadı. Peki bu kadar şeyden sonra biz işçiller, emekçiler, gençler, kadınlar vs. kolaylıkla diyemez miyiz “Kurtuluşumuz yalnızca birlikteliğimizde”. Hadi bakın bakalım hangi sorunun etkisi, bazımızın üzerinde varken bazımızın üzerinde yok?

ÖNCEKİ HABER

Güç birliğinin adayı Öztaşkın

SONRAKİ HABER

Juventud Revolucionaria Del Ecuador

Sefer Selvi Karikatürleri
Evrensel Gazetesi Birinci Sayfa
Evrensel Ege Sayfaları
EVRENSEL EGE

Ege'den daha fazla haber, röportaj, mektup, analiz ve köşe yazısı...