21’ê Sibatê Roja Zimanê Makî*
Rastiyeke din jî ew e ku wekî civaknasê navdar Îsmaîl Beşîkcî dibêje “Kurda di hişê xwe qereqol ava kirin e û divê ji van xwe xelas bikin.” Ev qereqol di wateya tirsê de hatiye gotin.

Fotoğraf: DHA
Adar AZAD
Dîlok*
Wekî hûn dizanin 21’ê sibatê wekî roja zimanê makî ya cîhanê tê pîroz kirin. Di gel vê rojê de pêwist e em behsa hin tiştan bikin. Belê, li gor hin lêkolînan û li gor em li derdora xwe dibînin di nav Kurda de axaftina Kurdî gelekî kêm bûye û roj bi roj kêmtir dibe (li gor hin lêkolînan li Amedê axaftina Kurdî daketiye heta ji sedî dozdeha %12). Her wiha di nava ciwanan de ev hejmar kêmtir dibe. Bi taybetî jî kesên ku diçin zaningeha êdî Kurdîya xwe li malê dihêlin. Ez di vir de dixwazim balê bikşînim ser zaningeha. Ez wekî xwendevanekî li zaningeha Dîlokê dixwînim dikarim vê bêjim ku li zaningehê axaftina Kurdî li ber tunebûnê ye. Lê belê li gor îstatîstîkan em dikarin bêjin ji sedî nêviyên xwendekar ji bajarên Kurda ne û Kurd in. Di vir de em dikarin vê pirsê bikin: “Gelo çima Kurd li zaningehê bi Kurdî naaxivin?”
AXAFTINA KURDÎ ROJBI ROJ KÊM DIBE
Belê zahf sedemên vê hene lê belê sereke sedem bi min li ser dêrûniya kesayetiyê ye. Çawa yanî? Mixabin êdî bi taybetî di nav ciwanan de axaftina Kurdî wekî bi awayekî dêrûnî, kesayetîyê şûnd ve dibe tê dîtin. Civak axaftina Kurdî û tiştên li ser kurdbûnê tiştên piçûk dibîne. Mînak gava ku bi Kurdî diaxive, difikire ku ji aliyê derve wekî şermekê dike tê dîtin. Ev fikr û raman wî/ê ji Kurdîyê dûr dixe. Rastiyeke din jî ew e ku wekî civaknasê navdar Îsmaîl Beşîkcî dibêje “Kurda di hişê xwe qereqol ava kirin e û divê ji van xwe xelas bikin” Ev qereqol di wateya tirsê de hatiye gotin. Ji ber polîtîkayên bi dehan salane didomin di hişê miletê Kurd de ev tirs heye. Ji aliyekî din jî em dinerin li zaningeha ew kesên ji vî alî hişmendiya wan zêde jî nikarin zêde tiştan bikin ji ber ku li zaningeha ew derfetên wisa nabînin û ger bixwazin hin çalakiyên li ser vê mijarê jî bikin li hemberî hin astengiyan rast tên. Helbet ev tenê hin sedem in û bawer im mirov dikare hin sedemên din jî lê zêde bike. Lê belê sedem çi dibe bila bibe. Ya baş ew e ku heta ku em dikaribin axaftina Kurdî di nav civaka xwe de zêde bikin, û kesên di vî warî de zana divê vî tiştî wekî berpirsyariyekê bibînin û li derdora xwe belav bikin. Em dixwazin em zimanê xwe wenda nekin û bi zimanê xwe jiyana xwe bidomînin.
*Adar AZAD / Antep - 21 Şubat Dünya Ana Dil Günü: Ana dilini konuşmanın çekincesi - Evrensel
Yazının Türkçesine erişmek için linke tıklayın.
Evrensel'i Takip Et