Li Mêvandarîya Helbestê: Civata Çiyayên Arjen Arîyî*

Rêzan DİLJEN

Wan*


Heke yek bibêje kurdan bi sê peyvan pênase bike, ez dibêm yek ji wan teqez ê çiya be. – her duyên din jî hûn bibêjin; êş, xem, kul, birîn, girîn, koç, wêran, qêrîn, kuştin? – Ê helbet em qewmekî çiyayî ne, erdnîgarîya me ji çiyayan pêk tê lê meseleya me û çiyê ne bi tenê ji erdnîgarîyê ye. Çiya ji bo me evîn e, hêvî ye, azadî ye, xewn û xeyal e, helbet carinan derd û kul e jî...
Helbestkarên me jî çavê xwe ji vê rewşê ra miç nekirine û gelek caran çiya kirine navenda helbestên xwe. Rênas Jiyan jî yek ji wan e ku helbestên xwe li serê çiyayan dixwîne: 

“Ey çîya! 
Bi perpite,
Li xwe bixe,
Bihedime 
Ciwan xwe li navê te digirin,
Kewên xwe bi te difirînîn,
Xwe dispêrin bejna te”
Helbet Selîm Temo jî destê xwe ji çiyê neşûştiye, tevî çiyayên xwe nivîsîye:
“min jî cîhanek hebû li ba dibû li ser xewnan
ez jî malê gotinê me va xwe dibêje heya dawiyê
dibînim ku tevî çîyayên xwe em
rawilên çîrokan in; me ne Nîlek, ne Feratek”

Axir çiya bi salan bûye mijara helbesta kurdî, hêmayeka xurt e. Heta em dikarin bibêjin birca helbesta kurdî li serê çiyê ava bûye. Lê bawer nakim kesî weke Arjen Arî çiya kiribe navenda helbesta xwe, bi gotineka din Arîyî ji nîvê çiyê nivîsiye. Arjen Arî jî motîfa çiyê di gelek babetan da bi kar anîye. Carinan weke motîfeka evînî; “ez nazdar, çiya nazdar, tu nazdar”. Çiya ewqasî nazdar e ku di risteyê da jî ketiye di navbera wî û wê da. Li nîvî, bi nazdarîya xwe bejn dide. Pirsek, ji nazdarîya çiyê qest û mebest çi ye? Hêmayeka fîzîkî, weke di navbera du gundan da an hêmayeka razber ku Arî xwe nikare bigihîne nazdara xwe, ji ber çiya nazdar e û bangî wî dike, banga azadîyê? Û li vir bifikirin her çiqasî veşartî jî be, Arî mecbûr e di navbera nazdara xwe û çiyê da yekî hilbijêre, yanî çiya ewqasî bi qedr û qîmet e di asta nazdara wî da ye.
ÇIYAYÊN DIJKOLONYAL Û ÇEND PIRS

Carinan jî weke motîfeke dijkolonyal;
“kîjan mîrek e li devê riya te
se diewte, gur dizûre, baz difîkîne
tu bilîlîne b’ wî dengê saba
şiyar ke j’ xewê çiyakên Serxetê
ev qûça han a Şemeriyan
neyar in jixwe ez û vê hikûmetê!”

“Herakol im ez, ez Herakol im
li jor im
eniya xwe rak! hîn jî li jor im”

Ji bo dijkolonyalîzmê ji çiyê baştir peyv/hêma tune ye, rast e. Her kurdî xwe li çiyê girtiye, helbet helbestkar jî ê xwe li çiyê bigire. Lê divê helbestkar karibe xwe li kitana spî a dayîkekê, sola qetayî a karkerekî, bûkanîya keçeka sêzdeh salî, qebqeba kewekî şeht, hilperîna perperokekê jî bigire. Yanê, divê alternatîfan ava bike, xwe li çiyê, bi çiyê nefetisîne.
Arjen Arî di helbesta xwe ya bi navê “Tembî” da çiyayîbûna xwe jî eşkere dike: 

“yan li kendalên dil bikole
yan jî li perên xewle-çiyayekî
şerm e: şa’irekî çiyayî dahêjin gornê
li goristaneka kêl-kerr
li ber guhên zirr-bajarekî!”

Arî, weke ku dibêje, ez şa’irekî çiyayî me, normal e navenda helbesta min çiya be, û xwe bi xwîneran bi çiyayî dide nasîn. Helbestên xwe ji çiyê digindirîne ber bi gêl ve...
Ev şa’irê çiyayî helbet ê heyranê çiyê jî be, weke pesnê evîndara xwe bide ê pesnê çiyê jî bide helbet: 

“heyrano çiya
kiras û xeftan wisa
ka
li bejna kê tê!?​”
 Ê ku helbestkarek çiyayî be, heyranê çiyê be, bivê nevê ê di her şibandinê da çiyê bi kar bîne;
“dilê min li ser piyan e!
dilê min bi qasî deh çiyan”
“her çiya bi evînekê bi nav dibû”, Arjen Arî jî her helbestekê bi çiyayekî bi nav kiribû. Bi kurt û kurmancî em dikarin bibêjin, Arjen Arî -û gelek helbestkarên din- helbestên xwe li çiyê mezin kirine û bi zimanê çiyayî av daye da têhna çiyê bişikîne. Wî erkeka mezin li çiyê bar kiriye. Hema hema di her tengasîyê da bangî çiyê kiriye, û gotiye divê tu min /helbestê xilas bikî. Gava peyva çiyê jî bi kar neanîye, dest bi çiyayan kiriye, weke Sîpan, Nemrûd, Herekol, Cûdî, Agirî. Ha divê em li vir hinekî bisekinin, û çend pirsan bikin. Erê çiya ji bo me hêmayeka/motîfeka gelekî xurt e, lê ma di destê şa’irên kurd da ji bilî çiyê hêmayeka dijkolonyal / evînî / şibandinê tune ye? Dibe ku asoya afirînerîyê teng be? Gelo dibe ku Arî helbestê bi çiyê şor kiribe, ji tehmê derxistibe?
Helbet ê mirina “şa’irekê çiyayî” li çiyê be...
“ez jî dimirim li vî çiyayî û tu jî”

ÇAVKANÎ:
1. Diêşiya, Rênas Jiyan, Weşanên Belkî, 2020
2. Keştiya Bayê, Selîm Temo, Weşanên Dara, 2019
3. Şêrgele, Arjen Arî, Weşanên Sor, 2019
4. Ev Çiya Rûspî Ne, Arjen Arî, Weşanên Sor, 2019
5. Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî, Arjen Arî, Weşanên Sor, 2019

*Rezan DİLJEN / Van - Şiir misafirliği: Arjen Arî'nin dağlarının buluşması - Evrensel
Yazının Türkçesine erişmek için linke tıklayın.

Evrensel'i Takip Et