Bîra hibrê: Girtina parantezeke duwazdeh salî
Silav roja dihile
barkêş û sermiyadar
emrê bilez diherike
roniya diçirîne tariya şevê
zimanê rastiyê dilorîne
û
çûka diwitwîte, çaya teze…
bayê siharê yê bi hêz
dilê wicdan ji xwe kirî rêber
hêviya dibişire bi ser bajaran
Zeman çemekî ecêb e; bêyî ku mirov pê bihese diherike, lê gava mirov li paş xwe dinêre, bi şopên ku li dû xwe hiştine mirov şaş dike.
Tam duwazdeh sal derbas bûn. Gotina wê hêsan e, lê duwazdeh salên tam derbas bûn ji wê demê ve ku me heftê carekê di vê quncikê de xwe dispart cîhana peyvan û hewl dida ku cîhanê bi çavê wêjeyê binirxînin.
Ew civînên heftane, yên ku du salan bê navber berdewam kirin, mîna xewlexaneyekê bûn ku tê de min di nava leza jiyanê de bêhna xwe vedida. Paşê, jiyanê destê xwe xist nav karûbarên min. Bêdengiyek mîna parantezekê çêbû û ew parantez duwazdeh salan girtî ma.
Nexwe, çima mirov duwazdeh salan ji wan rûpelên ku her heftî bi rêkûpêk tê de hizr û hestên xwe parve dikirin, dûr dimîne? Gelo mirov nivîsandinê ji bîr dike, yan jî êdî tiştekî wî yê gotinê namîne?
Na; ne peyv û ne jî daxwaza vegotina çîrokan qediyan. Tenê ew bû ku dengê bilind ê jiyanê, ji bo demekê dengê nizm ê wêjeyê di bin xwe de hişt. Jiyan carinan ji nivîsandinê bêtir demê dixwaze. Di nava lez û bez, berpirsiyarî, guhertina bajaran û barên ku her diçin zêde dibin de, mirov gelek caran ji bo jiyana herî girîng dereng dimîne: jiyana bi xwe re-li wê maseya nivîsandinê ya ku deriyê wê li cîhana hundirîn a mirov vedibe.
Lê belê, ev bêdengiya duwazdeh-salî bi rastî ne vala bû. Her rojeke ku min nenivîsand, di rastiyê de rojek bû ku li ser koma hizrên di hişê min de kom dibûn, zêde dibû.
Pirtûkên ku min xwendin, fîlmên ku min temaşe kirin, rûyên ku li kolanê rastî wan hatim, guhertinên mezin ên di ruhê serdemê de... hemû li hev kom bûn. Li cihekî kûr ê hundirê min, deng û reng û bêhna wan alavên nivîsandinê yên kevinbûyîn ku li ser refên toz girtî li benda min bû, qet bêdeng neman.
Dibêjin bîra hibrê heye; herçend hişk bibe jî, ew qet wê kêliya ku destê wê li kaxezê ketibû, ji bîr nake. Û îro ew roj e ku ew hibra hişkbûyî vedigere jiyanê-ew roja ku ew paranteza dirêj di dawiyê de tê girtin.
Ez dizanim ku cîhana îro ne wekî wê cîhanê ye ku min duwazdeh sal berê li paş xwe hiştibû. Ez bi xwe jî ne ew kesê berê me. Dibe ku gotinên min hinekî gihîştîtir, belkî hinekî westiyaitir bin, lê bêguman bi coştir in.
Ev nivîs, nameyeke "silavê" ye ji bo hevalekî kevin. Ew rêzgirtinek e li hember wan du salên xweş ên borî û dergehek e ber bi nivîsên pêşerojê ve. Min toza ji ser maseya xwe paqij kir û serê pênûsa xwe vekir. Bila em heftê carekê li vir — di bin siya wêjeyê ya bi feyde û aramker de — li hev bicivin.
Kaxez dirize, wext dibûre, deng ji bîr dibe lê, hibr tu carî ji bîr nake. Her dilopa ji pênûsê herikî, dibe şopek li ser bîra hevpar ya mirovahiyê
Em dê heftê carekê li vir, xwe ji xirûcira jiyanê bêrî bikin û bi hilmeke xurt ya ji şerbeta şi’rê vexarî û bi hêz û şiyana peyvê xwe berdin di nav hêwirzeya jiyana rojane.
De bi xêr û xweşî be…
Careke din silav.
Yazının Türkçe versiyonunu buradan okuyabilirsiniz.
Evrensel 31 yaşında!
31 yıldır emeğin sesi olan Evrensel, gücünü sadece okurlarından alıyor. Emeğin sesinin daha gür çıkması için sen de güç ver.
Dijital Evrensel uygulamamız güncellendi
İndir, Oku, Dinle...
Evrensel'i Takip Et