Çocuk edebiyatının önemi

Çocuk edebiyatının önemi

Hayatın gerçeklerini öğrenmeleri için çocuk edebiyatına ihtiyaç var. Şunu söyleyebiliriz; çocuklar bu eserlerle kamil bir yaşam için eğitilmiş oluyorlar. Bu nedenle çocuklar için kitap hazırlayanların çocukların ruhlarını ve isteklerini iyi biliyor olmaları gerekir.

Mem BAWER

Çocuk edebiyatını 2-14 yaş arasında gösterebiliriz. Ya da insanın erişkinliğinin öncesi gibi. İnsan on dört yaşına geldikten sonra, artık çocukluk giysisini çıkarır. Pedagojî kelimesi temelini Yunancadan alır ve çocukların eğitimi anlamına gelir. Bu nedenle çocukluk yıllarında çocukların bilinç, akıl, hayal ve düşünceleri anadille, oyunla ve kitapla ufuklarını genişletmelidir. Çocuğun ilerleyen günlerinde hayatından tat alabilmesi için bu gereklidir. Çocuklar anadillerini öğrendiklerinde başkaca bazı argümanlar hayal dünyalarının önünü açar. Çocuklar bilmece, tekerleme, ninni, mani ve öyküler yoluyla düşüncelerinin ufkunu genişletirler. Yukarıda bahsettiklerimizin rolü çok önemli, çünkü formları şiir türü üzerine kuruludur. Eskiden bütün hikayeler balat formu üzerinden şiirsel olarak anlatılırdı. Bu nedenle erken ezberlenirdi. Çocuklar onların sayesinde dünyayı, doğayı ve çevrelerini daha iyi anlarlardı. Çocuk edebiyatı alanında yayımlanan eserler hayatın doğrularını ve yanlışlarını, adaleti, sevmeyi, eleştiriyi, toplumca kabul edilen kanunları, iyilik, kötülük ve yardımı onlara gösterir. Hayatın gerçeklerini öğrenmeleri için çocuk edebiyatına ihtiyaç var. Şunu söyleyebiliriz; çocuklar bu eserlerle kamil bir yaşam için eğitilmiş oluyorlar. Bu nedenle çocuklar için kitap hazırlayanların çocukların ruhlarını ve isteklerini iyi biliyor olmaları gerekir. Çocuklar hayali şeyleri severler fakat çocuklar o hayallerin içinde de hayatın gerçekliğini ararlar. Çocuk edebiyatında fotoğraflarında rolü önemli. Fotoğrafların çocukların ilgisini çekmesi ve kitabı onlara okutması gerekir. Fotoğraf çocuğun öykünün dokusunu anlamasını sağlar. Öte taraftan görsel açıdan sanatı çocukların gözünde tatlı hale getirir. Çocuklar kitapların sayesinde dil, zihniyet, kavram, ahlak, psiko-motor, duygu ve düşünce, toplumsal ve cinsi yaşamı, kısacası hayatı ve varlıklarını tanırlar.

KÜRT ÇOCUK EDEBİYATININ DURUMU

Başlarken şunu söyleyeceğim Kürtçe de sözlü çocuk edebiyatı yeterince zengindir. İnsanoğlu yazının farkında değilken, toplum sözlü ve doğal yolla ninni, öykü, mani, destan, bilmece ve şarkılar ile çocukların akıl ve düşüncelerini doyurmuştur. Bu nedenle görüyoruz ki çocuk edebiyatı için bir şey yapmak isteyenler başlangıçta sözlü edebiyattan faydalanmışlardır. Son yıllarda yayımlanan çocuk kitaplarının çoğunluğu anonim öykülerdir. Fakat başlangıçtaki o çabalardan sonra artık çocuklar için kendileri eser yazmak isteyen bazı yazarlar da var. Başlangıçta çocuklar için hazırlanan eserler, sözlük formunda hazırlanmış ve yazarlar bu eserler yoluyla sadece çocukları eğitmek istemişlerdir. Örnek olarak Ehmedê Xanî’nin (1683) “Nûbihara Biçûkan”ını gösterebiliriz. Ayrıca Îsmaîlê Bazîdî (1655-1710) tarafından “Gulzar” isimli bir kitap yazılmıştır. Bu sözlük Kürtçe-Farsça-Arapça yani üç dillidir. 1790 yılında Şêx Marûf Nodeyî (1753-1837) tarafından Luxetnameyî Ehmedî adlı bir kitap yazılmıştır. Sözlük Soranî ve Arapça hazırlanmıştır. Mihemed Kerbelayê Axtepî’nin eseri “Mîrsad-ûl Etfal” (1912). Ehmedê Xanî’nin eseri medreselerde çocukların eğitimi için kullanılmıştır. 1946 yılına geldiğimizde Qazî Mihemmed döneminde, Mahabad Cumhuriyeti döneminde “Gir û galî mindalanî Kurd” adlı bir dergi 3 sayı yayımlanmış ve başyazarı Mela Qadirî Modersî’dir. Bu Kürt gazetecilik tarihinde çocuklar için basılan ilk dergidir. Son yıllarda çocuk edebiyatı alanında eser veren yazarlar şunlardır: Bêrî Bihar “Sara” ve “Şemar û Solên Rengîn”. Mîran Janbar “Azad. Yaqob Tilermenî “Kermêşa Gerok” ve “Kulîlkên Apê Mûsa” (Çocuk Tiyatrosu). Îsmaîl Dîndar “Palûte” ve “Sivvarên Êşê”. Konê Reş “Helbestên Zarokan” (2013) Yehya Elewîferd, 20 yıldır çocuk şiirleri yazıyor. Yine Yûnis Bahram’ın “Stranên Zarokan” adlı kitabı. Mûrad Dildar “Qesra Spî” ve “Dara Sêvê”. Berfîn Ayşe Öğüt, “Kevvên Gozel” ve “Xezal û Qertel”, benim yazmış olduğum eserler “Mîro û Hevalên Wî”, “Hirç û Rovî” ve “Masîkê”. Îbrahîm Sediyanî “Guldexvvîn” isimli bir kitap yazmıştır. Ferîdûn Bîrgul, “Moristan.” Burada yukarıdaki eserlerin anonim olmadığını belirtmemiz gerekir. Özellikle yazarlar tarafından modern bir teknikle yazılan şiir ve öyküler üzerinde durduk. İsveç’te APEC isimli yayınevi, Avesta çatısı altında da Hêlîn yayınevi çocuk kitapları basmaktadır. Son zamanlarda Diyarbakır’da HÎVA isimli yayınevi özel olarak çocuklar için kuruldu. Bu yayınevi şu ana dek 20 çocuk kitabı basmıştır.

ÇOCUK DERGİLERİ   

Yukarıda verdiğimiz bilgilerin dışında çocuklar için şu ana kadar yayımlanan dergileri şöyle sıralayabiliriz: Kulîlk, Hêvî, Hêlîn, Estêre, Koçer, Heval, Hêviya Me, Sivore, Kepir, Şemamok, Dergûş,Perperok, Agirê Tûtê, Zarokên Rojê, Bûka Baranê ve Teşî.

SONUÇ

Son yıllarda Kürtçe eğitim veren okul ve kurumlar açıldı. Diyarbakır’dakilerin isimlerini şöyle sıralayabiliriz: Bexçeyê Zarokan, Loran Kreş ve Dibistana Ferzad Kemanger. Ayrıca Pêlîstank Tv, Pepûle ve Zarok Tv isimli üç televizyon kanalı çocuklar için açıldı. Bu son yıllarda çocuklar için çok kıymetli çalışmalar yürütülüyor. Bu çalışmaların gelecekte çocuk edebiyatı için güçlü bir zemin oluşturmasını ümit ediyorum.  


YAZININ ORİJİNALİ

GIRÎNGIYA WÊJEYA ZAROKAN   

Em wêjeya zarokan dikarin di navbera salên 2-14 de nîşan bidin. An jî wekî beriya kamilbûna mirovan. Piştî ku temenê mirov digihîje çardehan, êdî kirasê zarokatiyê ji ser xwe diavêje.Pedagojî peyvek ku binyada xwe ji yewnanî digire û tê wateya perwerdeya zarokan. Bo vê yekê di navbera salên zarokatiyê de divê bîr, hiş, xeyal û ramanên zarokan bi zimanê dayikê, bi lîstikan û bi rêya pirtûkan asoya xwe fireh bike. Bo ku di pêşerojê de zarok ji jiyana xwe çêjê bigire ev hewce ye. Di vir de rola helbestê jî girîng e. Zarok gava zimanê zikmakî hîn dibin, êdî hin argumanên din rê li ber xeyalgeha wan vedike. Zarok bi rêya mamik, zûgotinok, lorîk, qewlerk û çîrokan asoya ramanên xwe fireh dikin. Rola van tiştên ku me li jor qal kirin gelek girîng in, ji ber ku formên wan li ser teşeya helbestê hatine avakirin. Berê hemû çîrok li ser formên baladan û bi helbestkî dihatin vegotin. Bo vê yekê zû dihatin jiberkirin. Zarok bi saya wan cîhan, xweza û hawirdorê xwe bêhtir fêm dikin. Berhemên di warê wêjeya zarokan de tên weşandin, rastî û çewtiyên jiyanê, edalet, hezkirin, rexne, zagonên ku di civakê de hatine pejirandin, qencî û xerabî û alîkariyê nîşanê wan didin.Bo ku rastiyên jiyanê fêr bibin hewcedarî bi wêjeya zarokan heye. Em dikarin vê yekê bibêjin armanc ew e ku zarok bi van berheman bo jiyana kamil perwerde dibe. Bo vê yekê jî kesên ku ji bo zarokan pirtûkan amade dikin divê rih û daxwazên zarokan baş nas bikin. Zarok ji tiştên xeyalî hez dikin lêbelê zarok di nav wan xeyalan de jî li rastiya jiyana xwe digerin. Di wêjeya zarokan de rola wêneyan jî gelek girîng e. Wêne divê bala zarokan bikişîne û pirtûkê bi wan bide xwendin. Wêne bi zarokan tevna çîrokê dide fêmkirin. Wekî din ji aliyê dîtbariyê ve hunerê li ber dilên zarokan şêrîn dike. Zarok bi saya pirtûkan ziman, hişmendî, têgih, ehlaq, psîko-motor, hest û raman, jiyana civakî û cinsî, bi kurtasî pê jiyana xwe û hebûna xwe dinasin.

Rewşa wêjeya zarokan a kurdî

Di destpêkê de ez vê yekê bibêjim bi kurdî, wêjeya zarokan a devkî têra xwe dewlemend e. Beriya ku haya mirovahiyê ji nivîsê hebe. Civakê bi awayekî devkî û xwezayî bi lorîkan, çîrokan, qewlerkan, destanan, mamikan û stranan hiş û ramanên zarokan têr kirine. Bo wê yekê em dibînin gava ku di destpêkê de kesên ku xwestine ji bo wêjeya zarokan tiştek bikin, ji wêjeya devkî sûd wergirtine.Van salên dawiyê pirtûkên zarokan ên ku tên weşandin piraniya wan çîrokên gelêrî ne. Lê piştî wê hewildana destpêkê, hêdî hêdî hin nivîskarên ku dixwazin ji bo zarokan ew bi xwe berheman binivîsin jî he ne. Di destpêkê de berhemên ku ji bo zarokan hatine amadekirin, di forma ferhengê de hatine amadekirin û nivîskar xwestine ku bi rêya van berheman bi tenê zarokan perwerde bikin. Em wekî mînak “Nûbihara Biçûkan” ya Ehmedê Xanî (1683) dikarin nîşan bidin. Wekî din,ji aliyê Îsmaîlê Bazîdî (1655-1710) ve pirtûkek bi navê “Gulzar”hatiye nivîsîn. Ev ferheng bi kurdî-farsî-erebî, yanî sê zimanî ye. Di sala 1790’an de ji aliyê Şêx Marûf Nodeyî(1753-1837)  ve pirtûkek bi navêLuxetnameyî Ehmedî hatiye nivîsîn. Ferheng bi soranî û erebî hatiye amadekirin.Berhema Mihemed Kerbelayê Axtepî “Mîrsad-ûl Etfal”(1912).Berhema Ehmedê Xanî di medreseyan de bo perwerdeya zarokan hatiye bikaranîn. Em gava tên sala 1946’an di dema Qazî Mihemmed de kovareke bi navê “Gir û galî mindalanî Kurd”di dema Komara Mahabad de, 3 hejmar hatiye weşandin û sernivîserê wê Mela Qadirî Modersî ye. Ev yekemîn kovar e ku di dîroka rojnamegeriya Kurdî de ji bo zarokan hatiye çapkirin. Van salên dawiyê nivîskarên ku der barê wêjeya zarokan de berhem dane ev kes in. Bêrî Bihar “Sara” û “Şemar û Solên Rengîn”.Mîran Janbar “Azad.Yaqob Tilermenî “Kermêşa Gerok” û“Kulîlkên Apê Mûsa” (Şanoya Zarokan). Îsmaîl Dîndar “Palûte” û “Siwarên Êşê”.Konê Reş “Helbestên Zarokan” (2013) Yehya Elewîferd, Ev 20 sal e ku helbestên zarokan dinivîse.Dîsa pirtûka Yûnis Bahramya bi navê “Stranên Zarokan”. Mûrad Dildar “Qesra Spî” û “Dara Sêvê”. Berfîn Ayşe Öğüt, “Kewên Gozel” û “Xezal û Qertel”, berhemên ku ji hêla min ve hatine nivîsîn,“Mîro û Hevalên Wî”, “Hirç û Rovî” û “Masîkê”ne.Îbrahîm Sediyanî, pirtûkek bi navê “Guldexwîn” nivîsiye.Ferîdûn Bîrgul, “Moristan”. Di vir de divê em bibêjin ku, ev berhemên ku me li jor rêz kirin ne anonîm in. Bi taybetî em li ser ên ku ji hêla nivîskaran ve bi awayekî modern hatine nivîsîn û li ser helbest û çîrokan rawestiyan. Li Swêdê weşanxaneyek bi navê Apec. Di bin banê Avestayê de jî weşanxaneya Hêlîn pirtûkên zarokan çap dikin.Vê dawiyê li Amedê weşanxaneyek bi navê “Weşanxaneya HÎVA” taybetî ji bo zarokan ava bû. Ev weşanxane heta niha 20 pirtûkên zarokan çap kiriye.

Kovarên Zarokan

Ji xeynî agahiyên ku me li jor dan. Em kovarên ku ji bo zarokan heta niha hatine çapkirin, bi vî awayî dikarin rêz bikin.Kulîlk, Hêvî, Hêlîn, Estêre, Koçer, Heval, Hêviya Me, Sivore, Kepir, Şemamok, Dergûş,Perperok, Agirê Tûtê, Zarokên Rojê, Bûka Baranê û Teşî.

Encam

Van salên dawiyê sazî û dibistanên ku perwerdeya kurdî didin vebûn. Li bajarê Amedê em navê wan bi vî awayî dikarinrêz bikin. Bexçeyê Zarokan, Loran Kreş û Dibistana Ferzad Kemanger. Her wekî din sê televîzyonên bi navê Pêlîstank Tv, Pepûle û Zarok Tv ji bo zarokan vebûn. Van salên dawiyê ji bo zarokan xebatên gelek hêja tên kirin. Ez hêvîdar im ku van xebatan di pêşerojê de ji bo wêjeya zarokan bingeheke xurt ava bike.

www.evrensel.net