# Xewnek me hebû; azadî

> **Yazar:** Berken Bereh
> **Yayın Tarihi:** 2026-11-14 00:15:00
> **Kaynak:** [https://www.evrensel.net/yazi/100371/xewnek-me-hebu-azadi](https://www.evrensel.net/yazi/100371/xewnek-me-hebu-azadi)

---

Ew şairê bi pora xwe ya dirêj û wek keziyekê li ser milê xwe de berdida û bi bedlên xwe yên rengo rengo û simbêlên xwe yên şûr nabire û dengê xwe yê borr û bi wî dilê xwe yê ji çûkekê naziktir dema li Ofîsa Amedê diçû û dihat hez û hezkirin bi per û bask dibûn, hêvî mîna tîrêja ewil ya serê sibeha payîzê xwe bera kolan û kuçeyên vî bajarê hêrs û raz û xewnên xwe bi surên wê re par ve dikir dibû, zarok bi bişirîn, ciwan bi evîndarî dibûrîn ji bîr û dalanên jiyanê.


Erê ew bengî û dildarê gelê xwe, kedkarekî jidil yê şi’rê bû.


Ne şi’r ba kesê tênedigihîşt ku di wî dilê nazik de çi tofan radibin, dostanî, wefadarî, berxwedan û azadî çito reh û koka xwe berdaye di jiyana wî de û ew her kêlîk dida du wê xewnê ku erdnîgariyek wek zarokê pêdivî bi pêsîra dayîka xwe ye bi hesret û çavbeloq li bendê ye; Azadî!


Arjen Arî, berdevkê sedsaleke tije êş û serhildan e. Ew dengê resen ê evîndaran, neçaran, xizan û bêkesan e. Di wan rojên reş û tarî de, dema xortên kurd alên rizgariyê li ser milên xwe radihîştin û li kolanan dimeşiyan, ew li cem wan bû. Dema ku li êşkencexane û zindanan de berxwedanên dîrokî dihatin hûnandin, dema ku gundên me dihatin şewitandin û civaka me ber bi penaberiyê ve dihat dehfdan, hestên wî li wir bûn. Ji ber vê yekê, bi dilekî rehet dikare bê gotin ku Arjen Arî helbestvanê berxwedan, xweragirî û mêrxasiya kurdî ye.


Her çend wî di dawiya salên 70yî de dest bi nivîsandina helbestê kiribe jî, ji ber zextên pergalê, pirtûka wî ya yekem “Ramûsan min veşartin li geliyekî” ancax di sala 1999an de ronahî dît.


Qedera helbesta wî û ya neteweya wî mîna hev bûn; hevîrê wî bi êş û giriyên civaka wî hatibû strandin. Ew bi gelê xwe re diqehiriya, bi wan re dinaliya û li hember zilmê li ber xwe dida.


Ev dilsoziya kûr di “jînenîgarî”ya wî ya helbestî de bi van gotinan dimilmile: “ne pênc carên binçavkirinê, ne jî di sikaka wî bajarî de birîndariya mirinê bû sedema ku vî welatî bihêlim û biçim.”


Helbesta Arjen Arî, salname û dîroka civaka kurd e. Wî serpêhatiya gelê xwe ya sih û pênc salan bi awayekî helbestî li ser kaxezê nexşandiye.


Navên pirtûkên wî bixwe rûpelên vê salnameya dîrokî ne: “Ev çiya rûspî ne”, “Destana Kawa”, û “Şêrgele”.


Wî her çend zimanekî navneteweyî bi kar anibe jî, mijarên wî her tim li ser berxwedan, hêvî, evîn û carinan jî dilmayîn û xeydokiyê bûn, ku ev hemû sembolên mirovbûyînê ne.


Wî bi vegotineke dastanî hestên însanî gihand cîhanê.


Berhema wî ya pêşîn bi helbesta “Herekol” dest pê dike. Wî di vê pirtûkê de wekî kamêravanekî li ser rûyê welêt geriyaye û her êş, zindan û sûtbûna gundan qeyd kiriye.


Di pirtûka “Ev çiya rûspî ne” de, ew ber bi asteke hîn bilindtir ve diçe. Li vir, ezmûna wî ya helbestî ji nasnameya takekesî ya mîna “ez” rizgar dibe û kirasê dastanî yê “em”ê li xwe dike.


Lehengên wî ne kesên pîroz û efsûnî ne, belkî mirovên ji rêzê ne; carnan ditengijin, hêrs dibin û dixeyidin.


Di dawiya temenê xwe de, Arjen Arî bi pirtûka “Eroûtîka” şoreşeke nû di poetîkaya kurdî de çêkir.


Wî nîşan da ku ji bilî êşên neteweyî, laş û giyanê takekesê kurd jî hatiye birîndarkirin. Ew berevajî helbesta klasîk ku her tim eşqa îlahî tîne zimên, li vir rasterast daxwazên cinsî û eşqa beşerî dike mijar û di navbera erotîzm û pîroziyê de terazûyeke xurt datîne.


Berhema wî ya dawî “Çil Çarîn” jî, formeke nûjen daye çarînên klasîk û wekî fêrgeheke çand û folklora kurdî tê naskirin. Arjen Arî, di helbesta kurdî de stûneke qahîm, xweser û resen e ku li tu kirasekî teng nayê. Ew mîna çiyayên welatê xwe her ber bi esmên ve hildikişe û hespê helbesta wî her li tixûbên xeternak bi çargavî dibeze. Ev mîrateya pîroz û dewlemend, dê ji bo nifşên paşerojê her tim bibe ronahiyeke geş, mezin û herikbar.


30ê heyva bûrî salvegera vexêrkirina wî bû. Ji ber konferanseke navnetevî ya beriya sê heyvan hatî plan kirin ku bi teblixek xwe li wir bim, nekarîm beşdariya vê bernameya serkeftî bikim.


Ez di salvegera yad kirina wî de bejna xwe li ber wî û şi’ra wî ditewînim û dibêjim Arjeno li rihet, aram û serbilind be lew, tu bi beden nebî jî bi deng û peyva xwe her li vir û dijî û dê bijî!


Ger hûn bixwazin serborî û şanaziya vê xakê binasin, fermo ser sifra Arjen Arî.



Yazının Türkçe versiyonunu [buradan](https://www.evrensel.net/haber/6009350/bir-hayalimiz-vardi-ozgurluk) okuyabilirsiniz.

---

*Evrensel Gazetesi — Emeğin sesi, gerçeğin habercisi*
