16 Mart 2013 14:29

Newroz: Cejn wek çalakiyê, çalakî wek cejnê

Bêjimar e, bêjimar e Mîna peşkên baranê Tev belav bûn li kolanan Derdor tije însan in…Ev çi galegal e, ev hesreta çend salan e ku diherikin û diherikin... Hêzek nepenî ev qas mirovan li metropol, bajar û  navçe-bajaran (Qiziltepe, Cizîr…) tîne cem hev. Rehmeta barana bihar

Newroz: Cejn wek çalakiyê, çalakî wek cejnê
Paylaş
Vedat Yıldırım

Ev çi galegal e, ev hesreta çend salan e ku diherikin û diherikin... Hêzek nepenî ev qas mirovan li metropol, bajar û  navçe-bajaran (Qiziltepe, Cizîr…) tîne cem hev. Rehmeta barana biharê li ser wan be jî mexdûrên koçberiyê, xizanên bêsol, bêcil û berg kom dibin, di nav govendek ruhanî de xemên xwe jibîr dikin. Di nav herî û gemarê de li cihên Newrozê dicivin. Zilm û zoriya polîsan nahesibînim. Spas! Ji dewletê re ku Kurdên me kirin  ‘bajarî’, bajariyek rezîlî...

Wey, ev ramanên min bi şaşî fêm nekin ha... Belê Newroz ji bo me kurdan cejneke kevneşopiyê ye û bi hezar salan e tê pîroz kirin. Bi ser de jî, ji xeynî Kurdan, Faris, Azerî, Tirkên Asyaya Navîn û gelek gelên Asyayî jî vê cejnê pîroz dikin. Ji bilî van gelan, gelê Ermenî û Roman jî bi wateya silavkirina biharê û bereketê bi navê ‘hampartsum’ û ‘xidirîlyas’ vê cejnê piroz dikin.Wexta ku ez zarok bûm, li gundê me jî xidirîlyas dihate pîrozkirin. Ev rewş jî gelek normal e, ji ber ku têkiliyên Kurd, Roman û Ermeniyan dîrokî ne û di bin bandora hev de pir mane.

Lê ji bo Kurdan wateya Newrozê hinek cuda ye. Gelê Kurd li çaxên berê Newrozê li gund û zozanan cûre bi cûre bi awayekî aramî pîroz dikirin. Hatina biharê bi dilşadî silav dikirin. Lê îro di nav atmosfera şer de ji xeynî pîrozkirinê çalakiyan çêdikin, mexdûrên şer, hêrsên xwe bi awayekî rumetî nîşan didin. Newroz ji bo Kurdan êdî ‘mît’a serhildan û berxwedanê ye. Di van rojan de şanogerên Bgst’yê lîstikek bi navê ‘Karşılaşmalar’ pêşkêş dikin. Di sehneyekê lîstikê de emeleyekî Kurd ji bo Newrozê fikr û ramanên xwe wisa vedibêje: ‘Newroz çalakiyek mîna cejnê, cejnek mîna çalakiyê ye’.

Ewr direvin, direvin Bi tirsa rojê direvin Tev belav bûn mij û dûman Hukma rojê çi xweş e

Belê di van rojan de, li welêt tîrêjên aşitiyê çavên aştîxwazan gulpîn dikin. Ewrên li ser bihara Newrozê belav dibin. Mirovên bi wijdan ji bo hevratiyek dildar hewl didin. Mînak, ev rojên borî mebûsên Bloka Ked û Azadiyê bi armanca ‘aştîyek civakî’ bajarên Behra Reş ziyaret kirin. Xwestin ku Newroz bibe cejna hemû gelan. Ne tenê kurd, hemû gelên Tirkiyê bicivin, werin cem hev... Her çiqas paramîlîterên dewletê yên muqades provakasyon çêkirin, mebusan jî navberdan û ev rê dîavêtin paş, lê dîsa jî gelên Tirkiyeyê piştgirî didin ev pêvajoya aştiyê. Kes nikare tîrêjên rojê bimiçiqîne...Ev hesreta çend salan e ku êdî hemî gelên welêt dibêjin ‘bes e!’. Mirovan, êşên wek kerenga talik dikin bin axê. Ji bo rojên azad û serfiraz:

Em belavkin agirê newrozê Li her derê pîroz bikin Li mezopotamyayê û li anatoliyayê Li behrareş û behraspî Li behraegeyê û trakyayê…

ÖNCEKİ HABER

Meksika’nın Coca-Colanizasyonu

SONRAKİ HABER

‘Bugün Halepçe’yi anmak, Rojava’ya sahip çıkmaktır’

Sefer Selvi Karikatürleri
Evrensel Gazetesi Birinci Sayfa
Evrensel Ege Sayfaları
EVRENSEL EGE

Ege'den daha fazla haber, röportaj, mektup, analiz ve köşe yazısı...