04 Ağustos 2011 09:27

Pırsgeka Kurd De “Çareseriya Betundi” û Em Cıwan

"Ji ber ku di pirsgreka Kurd de alîgirê çareseriya bêtundî ye tê tehdîtkirin."Ev peyv di serdemên dawî de ji alîyê "medyaya alîgir" ve gelek tê bikaranîn. Bi taybetî ev şîrovekirin di ser Kemal Burkay û Orhan Miroğlu ve tê ser ziman. Lê belê nîq

Pırsgeka Kurd De  “Çareseriya Betundi” û Em Cıwan
Paylaş
Serkan Delidere

"Ji ber ku di pirsgreka Kurd de alîgirê çareseriya bêtundî ye tê tehdîtkirin."
Ev peyv di serdemên dawî de ji alîyê "medyaya alîgir" ve gelek tê bikaranîn. Bi taybetî ev şîrovekirin di ser Kemal Burkay û Orhan Miroğlu ve tê ser ziman. Lê belê nîqaşa fikrên Kemal Burkay û Orhan Miroğlu yên li ser pirsgreka Kurd di vê nivîsê de em li aliyekî bihêlin. Lewra li vir tiştê ku lisersekina wî hewce dike alîgirên ku bi salan hebuna Kurdan mandelkirine îro hatine ser "çareseriya bêtundı".

Gelo ev çawa çêbu? Ya bi rasît divê ev dev guherîna medyayê ji polîtîkaya AKPê ya li ser pirsgreka Kurd cuda nehê fikrandin. AKP fêmkir ku mandelkirina Kurdan nepêkane di cihê wî de berê xwe da bêbandor hiştina wan. Dev guherandina "medyaya alîgir" jî ji vir pişt digir e. An na di demên berê, berdin bi Orhan Miroğlu û Kemal Burkay re hevpeyvîn, ew jî ji aliyê medyaya alîgir ve hatibun avêtina pişt guh. Lê belê îro di ser wan de hatiye armanckirin ku Kurd ji têkoşînê bihên qetandin û ber bi AKPé ve nêzîk bibin.

AKP Çi Lêdixe, "Medyaya Alîgir" Çi Dilîze?

Ev helwesta "medyaya alîgir" ji bo çiye? Bêguman ji bo xurtbûna armanca AKPê ye. Dinivîsînin ku demokrasiya derew ya AKPê di pirsgreka Kurd de çareserî dixwaze, lê belê vê çareseriyê "bêtundî" dixwaze.  Lê emê peyv û kirinên Erdogan yên netewperest û mîlîtarîst têxin ku? Li aliyekî di gelek cihên welat de pevçûn berdewam dikin, li aliyê din AKP bêdeng e. Ev tê çi wateyê? Tê êv wateyê, bêguman; AKP ji çareseriya vê pirsgrekê ya bi aştî û demokratîk dûr e. Bi gotinên netewperest lihevxistina vê holê nebes, bi hewl û gavên nû yên leşkerî jî berdewama xwînê dixwaze. Kerem bikin arteşa profesyonel, kerem bikin ji bo lêxistina PJAKê bi Iranê re hevkarkirin, kerem bikin daxuyaniya "Em bi BDPê re nahên lihevrûniştin" filan bêvan… Wate AKP  wekî din lêdixe, "medyaya alîgir" weki din dilîze. Lê bêguman lîstinekiye  tê lîstin.

Di nivîsa Ihsan Çaralan ku di 30ê Tîrmehê de di rojnameya Evrenselê de hate weşandin ya bi sernava "AKP; wê bi MHP û CHPê re çi lihevrûnîke" li ser vê mijarê nirxandinên hêja dihewilîne. Çaralan cih dida daxuyaniya Wezirê Karnavînê İdris Naim Şahin ku tê de gotibu "Emê ji bo vê mijaêr bi partiyên din yên li parlamentoyê re lihevrûnîkin, lê em bi BDPê re lihevrûnînakin." Li pişt vî Çaralan wiha digot: "Heke li holê pirsgrekekı pevçûn heye herdû aliyên ve pevçûnê nehên ber hev u li ser vê pirsgrekê nepeyvin wê ev pirsgrek çareser bibe? …Ji vê rêya bê ewle  vegera "çareseriya bi aşti ya pirsgreka Kurd" jı tenê bi têkoşîna tawanên demokrasî yên Tirkiyeyê pêkan e."

Em Ciwan…?

Wê em ciwan li ser vê mijarê bipeyvin. Em ciwanên ku pêl bi pêl li zaningehan têkoşîna perwerdahiya bêpere didin… Em ciwanên ku li fabrîka û karistanan bi hevre xwêdana xwe dirijînin… Bêguman em alîgirên pevçûnê nînin. Berevajî vê yekê em tawanên sekinandina pevçûnê ne ku em bipeyvin û ber bi pêş ve biçin û zikê me têre ji pêşkêşên derewîn yên serdestan yên li ser "çareseriya bêtundî". "Çareseriya bêtundî" tenê em dikarin bînin. Wargeha ciwanan ya ku bi diruşma "Mirovahiyê, Zanistiyê, Xwezayê re Azadî" li navçeya Selçuk" ya bajarê Izmîrê em sazbikin wê vê siudê bide me. Em ciwanên Kurd, Tirk û  ji her neteweyan ku ji hemu aliyên welat werin, emê bi gotina "Mirovahiyê re Azadî" re ji bo azadiya ciwanên hemû neteweyan gavekî mezin biavêjin. Emê  jîna bi hev re ya bi aştî nişanê netewperest û nîjadperestan bidin. Ji ber vê sedemê wargeh ji hemû ciwanên ku welatekî din dixwazin re ji nava herêma Egeyê şaxekî aştiyê ye. De wargehê, jiyîna biratî.  

ÖNCEKİ HABER

Kazanan işçiler oldu

SONRAKİ HABER

Düşlerin ressamı

Sefer Selvi Karikatürleri
Evrensel Gazetesi Birinci Sayfa
Evrensel Ege Sayfaları
EVRENSEL EGE

Ege'den daha fazla haber, röportaj, mektup, analiz ve köşe yazısı...